21 oktober 2012

Xelata ”Livräddare” dane Shilan Saidi û Nima Derwish



Berî bi demekî kin, em li salonek ji yê ABF a Stockholmê bûn. Salonên ABF ji gelek konferansên navnetewî re dayiktî kiriye. Keça Kurd, rojnamevan û fîlmkara nasdar Shilan Saidi, di gel rojnamevanê Îranî, Nima Derwish, di cîvînek çapemeniyê de, fîlma xwe ya dokumenterî nîşan beşdaran didin. Kanala TV ya mezin li Swêdê, STVji bo nîşandan fîlma wan ketibû dorê.

Rêkxistina însanî Shevet Achim li Yerusalemê alîkariya tibî pêşkêşî zarokên ji dilê xwe nexweş dike. Mirovên însanî, bi fedekariyên mezin, di ser sînoran re xwe dighêjînin başûrê welêt. Zarokên nexweş di gel dêûbavê wan dihênin Îsarîlê. Malbatên hejar ku nikarin zarokên xwe emeliyat bikin, bi destê doktorên îsraîlî bê pere têne tedawîkirin. Heman rêkxistin, filistiniyan jî tedawî dikin. Di rêkxistinê de, kesên olîslam, mesîhî û cihû kar dikin. Filma Saidi û Derwish çîroka zarokên dilnexweş û tedawiya wan ji xwe re dike mijar.

”Xelata sala 2012 an ya Parastina jiyanê-Livräddare” ku ji aliyê Komela Dostaniya Magen David Adom tê belavkirin dane rojnamevan Shilan Saidi û Nima Derwish, ji bo fîlmê wan, ”Dilê zarokekî-Ett Barns Hjärta”.  Sedema dana xelatê wisa tê formulekirin: Di heremêk wisa ku ji ber şer û nakokiyan dinale de, xwediyê xelatê nîşan didin ku, mirovên çand û olên cewaz bi hevre ji bo zarokên dilnexweş dikarin bixebitin. Fîlma wan û xebatên însanî, li wê herême ku hêvî kêm dibin, hêviyên mezin û dilgermiyê dide mirovî.

Komela Dostaniya Adom li Swêdê, piştgiriya rêkxistina Magen David Adom-MDA dike. MDA li Israîlê alîkariya nexweşên xedar dike û xwînê dighêjîne wan. Li gorî peymana Cenevrê xebatê dike û alîkariya ji hamû çand û olan, mirovên nexweş dike. Hevkariyê bi Xaça sor, heyva sor dike. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar